ÎranNûçeRojhilatanavin

Ceferî: Ewlehî û aramiya Îranê bêmînak e

Fermandarê Giştiyê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî dabîn hêma û pîlana dijminan li dijî Îranê şerê abûrî da zanîn û got: Hêmayên sreeke yên Bereya istikbarê li warên cûrbicûr li pey hev li halê têkçûnê ne.

Fermandarê Giştiyê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, Serdar serleşkerê pasdar Mihemed Elî Ceferî roja Duşemiyê li bajarê Bender Ebasê yê navenda parêzgeha Hormozganê li başûrê Îranê, tekneçûna gelê Îranê ji ber bereketa Îslamê da zanîn û got: Înqilaba Îslamî ya Îranê li halê alîkariya bo ola Xwedê ye û Sipah jî wek pasevanê Înqilaba Îslamî erka parastina Înqilabê daye ser milê xwe.

Serleşker Ceferî bi gotina vê yekê ku Komara Îslamî ya îranê li hemberî boykotên berfireh li ber xwe daye, got: Armanca dijminan pêkanîna duberetiyê û piştevaniya Rêjîma Israîlê ji komên têrorîst û Munafiqan ji bo pêkanîna nearamiyê li Îranê ye, lê tevî hebûna hemû dijminatiyan li dijî Înqilaba îslamî, ewlehî û aramiya niha i Îranê bêmînak e.

Fermandarê Giştiyê Pasdarên Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê roja îro li warê berevanî û ewlehiyê tu pirsgirêkeka xwe tuneye.

Başa dön tuşu