CîhanNûçeRojhilatanavin

NY: Êrişên Amerîkayê li Sûrîyê beranberî cinayetên cengê ne

Lêgerên NY îro ragihandin ku hêzên hevalbendîya di bin serkirdetîya Amerîkayê li Sûrîyê de, di sala 2019`ê de êrişên hewayî li wî welatî pêk anîne ku di encama wan de hejmareke zêde ya sivîlan bûne gorî.

Wê sazîyê herwiha ragihand ku hêzên hevalbendîya di bin serkirdetîya Amerîkayê li Sûrîyê de di êrişan de baldar nebûne û sûcê cengê kirine.

Berî vîya jî Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê di raporekê de ragihand ku di encama opêrasyona hevalbendîya amerîkî li Reqqayê de 2323 kes ji wan 543 zarok û 346 jin hatine kuştinê. Ew opêrasyona ji Mijdara sala 2016`an heta Îlona sala 2017`ê hat lidarxistinê.

Hevalbendîya di bin serkirdetîya Amerîkayê li Sûrîyê de di meha Hezîranê de mukur hat ku di encama êrişên balafirên cengê yên wê hevalbendîyê li Sûrîye û Iraqê di navbera Tebaxa sala 2014`an û dawîya Gulana sala 2019`ê de herîkêm 1319 sivîl hatine kuştinê.

Başa dön tuşu