IraqNûçeRojhilatanavin

NY: Nebûna xwarekê sedemê serekî yê koçberiya ne yasayiye

Rêxistina xwerekê ya ser bi NY (Netewên Yekbûyî) a bi navê WFP (World Food Programme) ragehand nebûna tiştên xwarinê sedemê koçberiya xelkê ya serekî ya ne yasayiye.

Li gor raporteke rêxistina WFP ku duh 05.05.2017ê belav kiriye, eger welatekê de rêjeya nebûna asayîşa tiştên xwarinê sedî 1 dakeve, wê demê dê rêjeya koçberiyê jî sedî 1.9 bilind bibe.

Herwaha rêxistin di raporta xwe de behsa hejmara koçberan û ew kesên welat û navçeyên xwe dihêlin dike û di wan çend salên dawiyê de dibêje rêjeya koçberiya gelek bilind bûye û sala 2015ê geheştiye 244 milyon kesan li cîhanê.

Herwaha WFP amaje bi vê jî dike ku, dervey nebûna xwarekê, kêmbûna kar û zêdebûna bêkarî yek ji sedemên din ê koçberî û penaberiyê ye.

Salane ji ber şerê navxwe û krîzên darayî bi sedan hezar hemwelatî li welatên Efxanîstan, Iraq, Sûriye û Lîbyayê bi awayek ne yasayî berê xwe didin welatên Ewropa, ku rêjeyeke piraniya penaberên cîhanê pêktînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu