CîhanIraqNûçeRojhilatanavin

NYê li Iraqê 12 gorên komî derxistin holê

Tîma Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku li ser sûcên DEAŞa rêxistina terorê dixebite li Iraqê 12 gorên komîderxistin holê.

Tîma Neteweyên Yekbûyî ji meha cotmeha sala 2018an vir va li Iraqê ye. Gelek pispor û xebatkarên îstixbarata Tirkiye, Swêd, Almanya û Erebistana Siûdî jî alîkariyê didin tîma NYê.

NY li êrîşên DEAŞê li ser 3 sernavan kategorîze dike. Ev kategorî wiha ne: “Êrîşên dijî Êzdiyan yên sala 2014an”, “Sûcên di sala 2016an da li Mûsilê hatin kirin” û “Eskerên Iraqî yên ku di sala 2014an da li Tikrîtê hatin kuştin.”

Tîma NYê raporek weşand û destnîşan kir ku li Iraqê 12 gorên komî derxistine holê.

Di raporê da hat gotin wan li ser cinazeyan gelek delîl jî kom kirine û bi eqrebeyên wan re jî hevdîtin kirine.

Tîma NYê di rapora xwe da destnîşan kir ku ew amade ne ku delîl û nîşaneyên kuştinan bi mehkemeyên navneteweyî û dewletan ra parve bikin.

Başa dön tuşu