IraqNûçeRojhilatanavin

Kuştina bi sedan têrorîstî li rojavaya Iraqê

Di encama opêrasyona artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê li rojavaya vî welatî da, hejmarek têrorîst hatin kuştin

Li gorî rapora televîzyona Iraqiya, di encama êrişa balafirên cengê yên artêşa Iraqê ser pêgehên têrorîstên DAIş`ê li rojavaya parêzgeha Enbarê da, zêde ji 100 têrorîstî hatin kuştinê.

Di encama opêrasyona hewayî ya artêşê da jî gellek alavên serbazî yên têrorîstên DAIŞ`ê hatin têkbirinê.

Li gorî vê raporê, têrorîstên DAIŞ`ê bi nêzîkbûna dema opêrasyona azadkirina Mûsilê, di nav tirs û xofê da ne.

Hêzên artêşê û yên seferberîya gelanî ( Heşdi Şeibî) niha li devera Qîyare li nêzîkî bajarê Mûsilê ne.

Di encama êrişên hewayî yên artêşa Iraqê li bajarê Remadî navenda parêzgeha Enbarê da jî herîkêm 9 têrorîst hatin kuştinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu