NûçeRojhilatanavinSûriye

Obama: Guhartina hikûmeta Sûriyê ji riya biçekkirina neyarên Şamê bê encam bûye

Serokkomarê Amerîka îteraf kir ku siyaseta guhartina hikûmeta Sûriyê ji riya bi çekkirina neyarên Şamê bê encam bûye û niha jî pêwîst e ku krîz û aloziya di nav wî welatî de ji riya dîplomatîk were çareserkirin.

Li gor rapora ajansa IRNA’yê, Barak Obama serokkomarê Amerîka li hemberî rexneyên ku jê bona neşandina hêzên eskerî nav Sûriyê digirin, îteraf kir ku siyaseta guhartina hikûmeta Sûriyê ji riya biçekkirina neyarên Şamê bê encam bûye û niha jî pêwîst e ku aloziya nav wî welatî ji riya dîplomatîk were çareserkirin û loma ketina nav şerekî din li nav Sûriyê, Amerîka dike nav şaşitiyekî mezin.

Wî destnîşan kir; Hema tecrubên berê nîşan dane ku şandina çekan ji bo grûpên çekdar ên neyarê dewleta Şamê qet nikare Beşar Esed ji ser hikûmetê rake.

Wî destnîşan kir ku tu mînakek tune ku îspat bike berê Amerîka alîkariya çek û sîlahî dabe neyarên dewletekê û piştî hilweşiyana wê dewletê dewleteke din hatibe ser kar. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu