ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Vexwendina şîrketên îranî jibo avakirina Sûrîyê

Sefîrê Sûrîyê li Tehranê got: Berfirekirina hevkarîyan ligel beşa nedewletî ya Îranê jibo avakirina Sûrîyê, yek ji karên sereke ya dewleta Şamê ye.

Ednan Mehmûd sefîrê Sûrîyê li Têhranê şeva buhurî li hevdîtina digel Xulamhisên Şafêyî serokê odeya bazirganî, pêşe, meden û cotkarîya Îranê got: Niha hewcedarîya Sûrîyê, jinûveavakirina nijyarên aborîyê yên wek xetên veguhestina ceryan û tiranzîtê ye û hemî şîrketên navdar ên îranî jibo cihanîna van projeyana tên vexwendinê.

Sefîrê Sûrîyê li Îranê bal kişand ser mijara plandarêştinê û raberkirina hêsankarîyan jibo zêdekirina danûistandinên bazirganîya ligel Îranê û got: Dewleta Sûrîyê li gorî rêketinama ticareta azad, kel û pelên îranî bêyî xeraca gumrikê derbasî Sûrîyê dike.

Xulamhisên Şafêyî serokê odeya bazirganî, pêşe, meden û cotkarîya Îranê jî di vê hevdîtinê da li ser pêwîstîya plandarêjîyên vê dawîyê jibo jinûveavakrina Sûrîyê sekinî û got: Divê derfeta hevkarîya di warên wek çêkirina maşînan, pêşeyên xwarekê, xizmetên teknîkî û endazyarîyê ku tecrubên baş ên hevkarîya di vî warî da hene, were bikaranînê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu