ÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Ohedî: Misilman zilma Erebistanê tamul nakin

Serokê Rêxistina Hec û Ziyaretê ya Îranê got: Erebistan reftara xwe ya kirêt bi Îranê re bi welatên din re jî dubare dike.

Seîd Ohedî serokê Rêxistina Hec û Ziyaretê ya Îranê li civîna rojnamevaniyê bal kişand ser vê yekê ku heca îraniyan bi mesele û helwêstên siyasî yên Erebistanê va hatine girêdanê û got: Bê guman misilmanên dinyayê li dijî reftara siyasî û kirêt a Erebistanê dê helwêsta xwe bidin xûyanê. Ohedî bal kişand ser vê yekê ku Erebistan ji ber bêparkirina îraniyan ji heca îsal dê berdêleke giran bide û destnîşan kir: Destdirêjiya ser mafên ziyaretkirên mala Xwedê li gorî fêrkariyên Quranê zilm e û divê hakimên siûdî li civakên navneteweyî bersivê bidin.

Seîd Ohedî serokê Rêxistina Hec û Ziyaretê ya Îranê tekez kir: Rewş jibo dabînkirina ewlehiay îraniyên derveyî welêt jî qet xweş nîne îraniyên derveyî welêt jî divê îsal neçin hecê. Ohedî her wiha li bara diyeya cangoriyên heca par li Minayê destnîşan kir: Merceyên şîe û sune li bara dayîna diyeyê ji aliyê beytulmala Erebistanê li hev kirine û bi şopandinên berdewam, Erebistanê ragihandiye ku vê mijarê hildikole. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu