AborîErebîstanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

OPEC: Kêmkirina hilberandina petrolê, dê meha Rêbendanê dest pê bike

Wezîrê Enerjiyê yê Erebistana Siûdî ragihand ku biryara Rêxistina Welatên Petrolê Ixrac dike(OPEC) dabû dê ji destpêka sala 2017an ve dest pê bike.

Wezîrê Petrolê yê Mîrîtiyên Erebî yên Yekgirtî diyar kir, peymana ku welatên endamên OPECê dê hilberandina xwe ya petrolê rojane bi qasî 1.2 milyon bermîlê kêm bikin ta ku rojane 32.5 milyon bermîl bên hilberandin “peymaneke gelekî baş e”. Serokê Opecê diyar kir ku ev peyman bi xêra hevkariya hemû endamên rêxistinê pêk hatiye.

Herwiha serokê OPECê diyar kir ku Rûsya li gorî peymana endamên rêxistinê dê derpêşiya xwe ya rojane bi qasî 300 hezar bermîlî kêm bike. El Sade diyar kir ku ev peyman dê heta şeş mehan berdewam bike û dûre rewşa endamên OPECê careke din bê gotûbêjkirin.

Ji aliyê din ve, Wezîrê Petrolê yê Îrana ku ne endama OPECê ye, Bijan Namdar Zangeneh derbarê vê biryara OPECê de axivî û teqez kir ku ew ji ber “vê peymanê gelekî kêfxweş in”.

Li gorî daxuyaniyê, hat ragihandin ku civîna bê ya OPECê ku wê Wezîrê Petrolê yê Erebistana Siûdî serokatiya wê bike, dê di 25ê Gulanê de bê lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu