IraqNûçeRojhilatanavin

Operasiyona azadkirina Mûsilê bi tamî serketî bûye

Serokwezîrê Iraqê li gotûbêja xwe ya duh şemiyê tev rojnama almanî ya Bîldê got: Şerê nav Mûsilê dê bi vê zûtiyê kuta bibe û hêzên me ji aliyê rojavaya Mûsilê va gihêştine navenda Mûsilê û hema bi vê zûtiyê dê DAIŞ ji nav Mûsilê dê bê derxistin.

Ebadî li bersiva vê pirsê ku `gelo iraqiyên nav Almanê jî niha dikarin bizivirin welatê xwe Iraqê` jî got: “Belê ewna dikarin bên Iraqê û me pilanek daniye ku wan bizivirînin nav Iraqê û eva ser qazanca me ye û em naxwazin hevwelatiyên me ji nav axa me derkevin û bibin penaber“.

Wî li bara viya ku gelo dewleta Iraqê dikare ewlehiya welatiyên xwe dabîn bike jî got: “Eger berê xwe bidin ew tişta ku li Mûsilê diqewime, bibaşî dibînin ku me terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Iraqê û li nav Mûsilê jinav birine, em dixebitin ku hemû axa Iraqê ji destê terorîstên DAIŞ`ê derxînin û rewşê bona jiyana ewleh bo welatiyên xwe dabîn bikin“ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu