ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Opêrasiyona bi armanc a dijî kirêgirtiyên siûdî li navenda Yemenê

Fermandarekî leşkerî yê Yemenê qala opêrasiyona bi armanc a hêzên yemenî li dijî kirêgirtiyên ser bi dewleta istîfakirî ya Yemenê li parêzgeha Marebê li navenda vî welatî kir.

Elî El Husî fermandarekî leşkerî yê yemenî li hevpeyivîna digel Fars News`ê bal kişande ser dewama pevçûna di navbera aliyên yemenî û kirêgirtiyên siûdî li rojhilata marebê û got klu li van şer û pevçûnan ji bilî kuştina 17 kirêgirtioyan ziyanên giran li wan ketin.

Vî fermandarê yemenî bal kişande ser pevçûnên berdewam li başûrê parêzgeha Marebê û her viha got ku zêde ji 100 kirêgirtiyên siûdî ji ber qutbûna meaşa wan ji baregehên leşkerî yên ser bi siûdiyan reviyan.

Her viha firokeyên şêrr ên siûdî ji bo girtina pêşiya pêşdaçûna hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li navçeya El Buqê dest bi bombebaran vê navçeyê kirin; Lê bi ser neketin.

Li vî halî firokeyên siûdî navçeya Xelîfeyê li bajarê Bereyê li parêzgeha El Hedîdeyê li rojavaya Yemenê sê caran bombarann kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu