NûçeRojhilatanavinSûriye

Operasiyona nû ya artêşa Sûriyê li dijî têrorîstan li Tenefê dest pê bû

Çavkaniyên nûçeyan berbanga îro Çarşemiyê ragihandin: “Artêşa Sûriyê operasiyoneka nû ji bo azadkirina navçeyên bin dagirkeriya komên têrorîst li navçeya Tenefê li başûrê rojhilata Sûriyê dest pê kiriye”.

Navçeya Tenefê li sêgûşeya sînorî ya Sûriyê digel Urdin û Iraqê ye û hêzên amerîkî bi awayê neqanûnî li wir bi cih bûne.

Li gorî rapora rojnameya Wetenê ya Sûriyê ji zarê çavkaniyên meydanî, Hêzên artêşa Sûriyê piştî destpêkirina operassiyona leşkerî ji navçeya El Sexteyê li derdora rojhilatî ya Humsê ber bi bakurê rojavaya Tenefê derdora 30 Kîlomitran pêşda çûn û armanca vê operasiyonê paqijkirina navçeyê ji komin têrorîst e ku ji çola Suweydayê reviyane û xwe gihandine wir.

Pêştir kanala CNNê ragihandibû ku Rûsiyê ji Waşîngtonê raa ragihandiye ku hêzên vî welatî û Sûriyê amade ne êrîşî ser navçeyekê bikin ku hêzên amerîkî li wir in.

Artêşa Amerîkayê bi awayekî taybet dilgiranê ewlehiya hêzên xwe yên çekdar li baregeha leşkerî ya Tenefê li parêzgeha Humsa Sûriyê ye, Îniya bihurî qala lidarxistina meşqa leşklerî ya hêêzn Hevpeymaniya qaşo navneteweyî ya dijî DAIŞê bi femandetiya vî welatî li Sûriyê kir.

Li vî halî navenda Aştiya aliyên şêrr li Sûriyê bi awayê nerasterast Amerîka bi sûcê hevdestiya bi DAIŞê ra tawanbar kir û ragihand: Ji dema damezirandina baregeha leşkerî li Tenefê, heta babetek ji pevçûna navbera hêzên amerîkî û têrorîstên DAIŞê yên amade li vê navçeyê nehatiye ragihandin.

Amerîkî bi damezirandina çend baregehan li Sûriyê mijûlî perwerdekirina têrorîstan in û çek û pêdiviyên têrorîstan ji riya 22 baregehên xwe li Sûriyê an derveyî vî welatî dabîn dikin.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.

Başa dön tuşu