IraqNûçeRojhilatanavin
Operasyona Hewîceyê dest pê kir

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku hemleya duyemîn a operasyona navçeya Hewîce û hemû herêma rojhilatê Kerkûkê îro berê sibehê dest pê kir.
Heyder Ebadî di berdewamiya daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: “Em bi biryar in hemû xaka Iraqê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê derînin û rêxistinê bi temamî ji vê axê paqij bikin.”
Bi fermana Serokwezîr Ebadî hemleya yekemîn a operasyona Hewîceyê di 21ê Îlonê de hatibû destpêkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)