CîhanEwropaIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Herî kêm 100 kes ji endamên ewrûpî yên DAIŞê li Iraqê tên mehkemekirin

Balyozê Iraqê li Belcîkayê, li bara mehkemekirina herî kêm 100 kes ji şervanên ewrûpî yên DAIŞê li Iraqê agahî da.

 Rojnama  brîtanî ya  Independent li malpera xwe ji zarê  Cewad  El-Hendawî,  balyozê Iraqê li Belcîkayê nivîsî: Kesên hanê welatiyên  Belcîka, Rûsiye, Çêçên û Asiyaya navendî ne ku tevlî DAIŞê bûne û ji piraniya wan  re îdam hatiye birînê.

Cewad Kazim El-Hendawî her wiha got: Nêzîkî 1400 kes ji endamên  malbata hêzên DAIŞê nêzîkî Mûsilê li bakurê Iraqê tên xweyîkirin ku piraniya wan xelkê Tirkiyê an welatên  Asiyaya navendî ne lê hejmarek jî xelkê Fransayê û Almanyayê ne.

Balyozê Iraqê li Belcîkayê her wiha destnîşan kir: Bexdayê jibo dayîna biryarê li bara endamên  malbata  hêzên DAIŞê tev dewletên  ewrûpî li halê şêwirîn û hevkariyê ye lê hin  welatên ewrûpî naxwazin malbata  DAIŞiyan vegerin welatên xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu