IraqNûçeRojhilatanavin

Cîburî: Em ê destûrê nedin Iraq piştî DAIŞê parçe bibe

Serokê Parlamena Iraqê Selîm Cîburî piştî hevdîtina bi Serokê Hevpemaniya Niştimanî ya Iraqê Ammar El Hekîm re daxuyanî dan.

Serokê Parlamena Iraqê diyar kir ku di hevdîtinê de hemû mijarên herêmî û navnetewî gotûbêj kirine û li ser serkeftinên têkoşîna dijî terorê ya li Iraqê got, “Yên ku li Iraqê bi ser ketine hemû rengên welat ên xwedî li dewletê derketine ne.”

Cîburî bal kişand ser ku li deverên hatine rizgarkirin dê gelê wan deveran xwedî biryar be û biparêze.

Serokê Parlamena Iraqê li ser pirsên piştî DAIŞê parçebûna Iraqê jî wiha axivî:

“Dê lihevkirina siyasî ne li gor berjewendiyên aliyekî be. Dê lihevkirin ji bo hemû rengên Iraqê be û rahê herî girîng ê Iraqê Herêma Kurdistanê jî bigire nav xwe. Em dê qet destûrê nedin ku piştî DAIŞê, Iraq parçe bibe û bikeve nav şerekî navxweyî.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu