IraqNûçeRojhilatanavin

Operasyona terorîstî li paytexta Iraqê bê encam ma

Fermandetiya operasyona Bexdayê, îro çarşemiyê ji pûçkirina operasyoneka xwekujiyê ya jinekê ku navçeyeka hestyar a li bakûra paytexta Iraqê kiribû armanca, agahî da.

Li gorî rapora AL ALAM`ê, Celîl Rebîyî, fermandê operasyona Bexdayê got: Ev jinka ku xwe li dibistanekê veşartibû, piştî ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate dorpêçkirin, madeyên teqandinê ku pêve bûn teqandin.

Li gorî gotina fermandeyê operasyona Bexdayê, di encama vê bûyerê de sebebkarê teqînê hate kuştin.

Li gorî raporeka din Ebû Waris Mûsewî, berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Nucebayê li Iraqê, got: Eger amerîkî ji Iraqê dernekevin, Nuceba wê bi çekan bersiva wan bidin û wisan ku me ji bo hakimiyeta Iraqê şerr kiriye em ê ji bo sekinîna li hember dagîrkeran jî çekan rakirn.

Bi ragihandina bidawîhatina koma terorîst a DAIŞ`ê li Iraqê, gelek ji partî, kesayetî û mêdyayên iraqî, bal kişandine ser jinavçûna mihaneya hebûna Amerîkayê bi sîvana hevalbendiya navneteweyî ya şerrê dijî DAIŞ`ê li welatê xwe û zêde ji berê xwestine ku hêzên amerîkî ji Iraqê derkevin.

Başa dön tuşu