AsyaCîhanEwropaNûçe

Osetyaya Başûr serxwebûna xwe ragihand û navê xwe kir ‘Alanya’

Osetyaya Başûr ji Gurcistanê veqetiya û navê ‘Alanya’yê li xwe kir. Li vî welatê ku bi yekalî serxwebûna xwe ya ji Gurcistanê ragihand hilbijartin hatin lidarxistin û di encamê de serokdewlet Anatoli Bibilov nêzîkî ji sedî 58ên dengan stend. Ji sedî 78ên dengdêran ji bo navê Osetyayê Başûr bibe ‘Alanya’ dengê ‘erê’ da.

Li Osetyaya Başûr a ku bi yekalî ji Gurcistanê veqetiya û serxwebûna xwe ragihand bi hewildana rêveberiya serxwebûnxwazan di 9ê Nîsanê de hilbijartinên serokatiya dewletê hatin lidarxistin û di encamê de Serokê Meclîsa Osetyaya Başûr Anatoli Bibilov ji sedî 57,98ên dengan stendin.

Rayedara Komîsyona Hilbijartinê ya Osetyaya Başûr Bela Plieva daxuyand ku li gorî encamên pêşîn ên hilbijartinê Bibilov ji sedî 57,98, Serokdewlet Leonid Tibilov ji sedî 30 û nazmetê din ê bi navê Alan Gagloev jî ji sedî 11ên dengan stendin.

Plieva diyar kir ku li gel hilbijartina serokatiya dewletê ji bo guhertina navê Osetyaya Başûr jî deng hatin dayîn û di encamê de ji sedî 78ên dengdêran ji bo navê wê bibe ‘Alanya’ dengê ‘erê’ dan, ji sedî 20 jî dengê ‘na’ dan.

‘Alanya’ navê navçeyeke bajarê Antalya yê Tirkiyeyê.

Tê payîn ku encamên teqez ên hilbijartin û referandûmê 5 rojên din şûnde were eşkerekirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu