CîhanEwropaNûçe

Hat ragihandin ku li rojhilatê Ûkraynayê di navbera Komarên Donetsk û Luganskê û artêşa Ûkraynayê de agirbest hat sazkirin

Berdevkê Wezareta Parastin a Komara Gel a Donetskê Eduard Basurin ragihand ku îro seet di 11.00an de di navbera herdu aliyan de agirbeest hat sazkirin.

Eduard Basurin di berdewamiya axaftina xwe de got: “Biryara agirbestê di encama înîsiyatîfa hevpar a Donetsk û Luganskê hat wergirtin. Pêşniyar ji terefê nûnerên Navenda Hevpar a Kordînasyon û Kontrolê ve hat gihandin.”

Basurin di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku em ê niha bibînin bê rêvebiriya Kievê dikare van radîkalan kontrol bike an na.

Herwiha ev demeke dirêj bû ku li herêmê bêdengî hebû, lê di 29ê Rebendanê de li Donetskê dîsa şer û pevçûn derketibûn. Li herêmê her diçe gengeşî zêde dibe û herdu alî jî hev sûcdar dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu