ErebîstanEwropaNûçeRojhilatanavinYemen

Papa firotina çek û sîlehên ewrûpî bo Erebistanê rexne kir

Rêberê Katolîkên cîhanê ji ber firotina çek û sîlehên ewrûpî bo Erebistanê û bikaranîna wan li êrişên ser xelkê Yemenê bi tundî rexne kir.

Li gorî rapora kanala Ray News`ê ya Îtalyayê, papa Firansîs rêberê katolîkên cîhanê xitabî firoşerên çekan got ku  ew wekî firoşerên mirinê ne û diyar kir: Kiryara welatên ku çekan ji bo  şerxwaziyê û gurrkirina şêr difroşin,weke duarûtiyê ye.

Rêberê katolîkên cîhanê her wiha Meto Salvînî wezîrê karên hundir ê Îtalyayê bi girêdana  deriyên benderan ser awareyan û vekirina  wan ser  çek û sîlehan bona şandina bo Yemenê tawanbar kiriye.

Kovar û medya îtalîzimên ji wan TPI bala xwe dane ser vê mijarê û li raporên cuda ser navê “ pap li dijî Salvînî, raghandin ku rêberê katolîkên cîhanê Salvînî û kesên ku  mîna wî li Ewrûpayê deriyên benderan ser çek û sîlehan vedike û ser awareyan de girêdide, bi tundî rexne kiriye.

Li gorî raghandina  hin çapemeniyên  îtalîzimên, Meto Salvînî wezîrê karên hundir û alîkarê serokwezîrê Îtalyayê heya niha bi caran daxwaza hevdîtina bi papa re hebûye lê nehatiye qebûlkirin.

Başa dön tuşu