CîhanIraqNûçeRojhilatanavin

Parlemana Iraqê hewil dide îmzeyan bo derketina eskerên emerîkî kom bike

Casim El-Bexatî, endamê Parlemana Iraqê li bara komkirina îmzeyan bona dijberiya li hember mayîna eskerên emerîkî li Iraqê agahî da.

Casim El-Bexatî li gotûbêja bi kanala El-Firatê re destnîşan kir: Pêwîst e ku dewlet û parlemana Iraqê bona dijberiya li hember mayîna  eskerên emerîkî li Iraqê helwestên cidî hebin.

El-Bexatî her wiha got: Armanca Emerîkayê ji mayîna li Iraqê şerxwazî û dergîrkirina  Bexdayê bi welatên cîran re ye ku ev mijara li dijî qanûna bingehîna Iraqê ye.

Wî endamê Parlimana Iraqê destnîşan kir: Emerîka xêncî mudaxila li karûbarên navxweyî yên welatan li dû wêdebirina dewletan û avakirina  baregehan  e ku divê li hember serdestîxwaziya wê bisekinin.

Başa dön tuşu