IraqNûçeRojhilatanavin

Parlemana Iraqê xebata partiya Beis qedexe kir

Parlemana Iraqê xebata partiya Beis a vî welatî ku ji sala 1968 hetanî 2003 li Iraqê bi deshilat û serdest bû, qedexe kir .

Parlemana Iraqê qanûnek pejirand ku li gor wê qanûnê  xebata partiya Beis û partiyên din ên têkçûyî li vî welatî qedexe dike.

Ev qanûna hanê ku duh şemiyê li parlemana Iraqê hate pejirandin pêşiya xebata partiyên ku xebatên terorîstî û tekfîrî dikin û pêşiya xebata wan partiyên ku li nijadperêziyê dest hene hate girtin.

Gor vê qanûna nû ku li nav parlemana Iraqê hate pejirîn, pîşiya xebata partiya Beise vî welatî û her bere yan aliyekî siyasî ku piştevaniya vê partiya sernixûn bike tê girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu