IraqNûçeRojhilatanavin

Parlemana Iraqê xebatên meşkûk ên kardarê Emerîkayê li navenda Iraqê rexne kirin

Komîta ewlehî û berevaniyê li parlemana Iraqê xebatên bi şik ên kardarê balyozxana Emerîkayê li Bxadyê rexne kirin û teqez kir: Wezareta Karên Derve divê li vê barê helwêsteke bergîrane hebe.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya Fars News`ê, Mehdî Teqî, endamê komîta ewlehî û berevaniyê li parlemana Iraqê li gotûbêja bi malpera nûçan a El-Melûmeyê re got: Sefera Coy Hûd, kardarê balyozxana  Emerîkayê li Bexdayê bo navça Amêriyê li Felûcê bona razîkirina hin serokeşîran bona mayîna eskerên Emerîkayê li Iraqê cih hatiye.

  Mehdî Teqî teqez kir: Wezareta Karên derve ya Iraqê haje vê seferê nîne û ev meseleya li dijî erf û edeta dîplomatîk bûye û hakimiyeta Iraqê binpê kiriye.

  Vî berpirsê iraqî  kiryara Hûd li dijî cih û şûna nûnertiya dîplomasiyê da zanîn û piştgiriya Waşengtonê ji hin koman û razîkirina  wan û dayîna  bac û bêşan bo wan bona cihhatina berjewendiyên  Waşengtonê li Iraqê rexne kirin.

  Mudaxila eskerî ya rasterast a emerîkiyan li Iraqê û dagirkirina vî welatî li astên curbcur ne tenê ewlehiya iraqiyan dabîn nekiriye belkî bûye sedema peydabûn û xebata komên terorîstî ji wan El-Qaidê û pişt re DAIŞ`ê.

Başa dön tuşu