ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

30 kirêgirtiyên Siûdî li başûra Erebistanê hatin kuştin

Hêzên artêş û yên Komîteyên Gelanî yên Yemenê duh êvarê di encama operasiyoneke bisergirtinê karîn ku 30 kirêgirtiyên Siûdî li devera Cîzanê ya başûra Erebistanê bikujin.

Li gor nûçeya ajansa Fars Newsê di encama vê operasiyonê gelek kirêgirtî jî birîndar bûn.

Hêzên artêş û yên Komîteyên Gelanî yên Yemenê herwiha karîn gelek ji bargehên kirêgirtiyên siûdî li rojhilat û başûra Cebel El-Narê jî bêxin bin kontrola xwe û gelek sîlah û teqemeniyên siûdiyan jî zevt bikin..

Hêz û qaweta hêzên Yemenî li hemberî dagîrkeran bi taybet li sînorê başûrê Erebistanê ji hemûyan re eşkera ye.

Tevî dorpêçiya Yemenê ji her aliyekî ve ji aliyê dagîrkerên ser navê Peymana Erebî ya bi serkêşiya Rejîma Siûdî, qawet û deshilata hêzên artêş û yên Komîteyên Gelanî yên Yemenê her diçe zêde dibe.

Başa dön tuşu