EfrîqaNûçe

Parlementerekî partiya desthilat a Bangladeşê hat kuştin

Parlementerê partiya desthilat a Bangladeşê Manzûrul Îslam Lîton li mala xwe hat kuştin.

Şefê polîsê herêmî Atiar Rahman ragihand ku parlementer Lîton ê ku endamê Partiya Lîga Gelî ya Serokwezîrê Bangladeşê Şeyx Hasîna Wecdî ye li mala xwe ya li Gaibandhayê bi guleyan hat kuştin.

Rahman got, endamên malbatê diyar kiriye ku 4 kesên li ser motosîkletan hatin mala wî û ji nêzîk ve gele bera Lîton dan û reviyan.

Sekreterê Partiya Lîga Gelî Obaidul Quader ji rojnamevanan re ragihand ku êrîşa li dijî Lîtonî, cinayeteke plankirî ye û wek “çalakiyeke tirsonekane ya hêzên mezhebî” bi nav kir. Bijîşkan mirina Lîton pişrtast kir lê belê polîsan agahiyên zêdetir parve nekirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu