NûçeRojhilatanavin

Qonaxa duyem a azadkirina girava Samerayê ji aliyê hêzên gelanî yên Iraqê va dest pê bû

Hêzên gelanî yên Iraqê hevrê ligel artêşa vî welatî piştî pêkanîna opêrasiyona serketiya qonaxa yekem a opêrsiyona Samerayê, qonaxa duyem a wê jî dest pê kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Tasnim News`ê ji zarê kanala têlêvîziyoniya Iraqiyê, hêzên gelanî yên Iraqê bi alîkariya hêzên ewlehiyê li qonaxa duyem a opêrasiyona azadkirina girava Samerayê dest bi lêgerîna li navçeyên azadbûyî, pûçkirina mayîn û dafikên teqemeniyê û malên bombekirî, kirin.

Navenda propagandaya wezareta parastinê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand: Li qonaxa duyem a opêrasiyona dabînkirina ewlehiya girava Samerayê erebeyên bombekirî dikevin ber êrîşê û heta niha sê erebeyên bombekirî hatine teqandin.

Sêkrêtêrê giştî yê rêxistina Bedrê, Hadî Amirî li vê barê got: Opêrasiyon li pênc mêhwerab hatiye plandariştin; Mêhwera yekem ji navçeyên Bêycî, Hedîse û hesinrê û riya sereke dest pê kir û hêzên gelanî dixebitin ku van navçeyan dorpç bikin.

Fermandarê polîsê parêzgeha Selaheddînê jî got: Armanca opêrasiyona niha dabînkirina ewlehiya girava Samera û girava Tikrîtê ye.

Wî her viha got: Ev dever herî berfireh in û koma têrorîst a DAIŞ`ê gund û zeviyên girava Samera û Tikrîtê wek riya peywendiya navbera parêzgeha Enbar-Selaheddîn û Nêynewayê bi akr tîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu