CîhanNûçe

Parlimana Ewropayê: Bila firotina çekan bo Hevabendîya Siûdî bê rawestandin

Parlimana Ewropayê şeva çûyî di daxûyanîyekê de dewama şerê li Yemenê û binpêkirina qanûnên derbarê sivîlan de şermezar kir û xwest ku firotina çek û rextan bo Hevabendîya Siûdî bê rawestandin.

Di daxûyanîya Parlimana Ewropayê de hatîye: Rêçareya sîyasî û gotûbêja alîyên yemenî “tenha rêçareya pêkanîna aştî, parastina yekeperçetî, serwerî û serxwebûna Yemenê“ ye.

Parlimana Ewropayê ji welatên herêmê û cîhanê xwest ku ji bo sistkirina şêrr û bidestxistina rêçareyekê di çarçova muzakire û gotûbêja kêrhatî de bi alîyên şerê Yemenê re hevkarîyê bikin.

Vê dezgeha ewropî di dawîya daxûyanîya xwe da careka din pêgirî ser piştgirîya xwe ji hewlidanên Martîn Girîfîts nunerê NY li karên Yemenê ji bo destpêkirina demajoya sîyasî di navbera alîyên şêrr de kir.

Li gorî rapora herî dawîyê ya Komîserê Payebilind ê Mafên Mirovan ê NY, ji destpêka êrişa Hevalbendîya Siûdî ser Yemenê ve, zêde ji 17 hezar sivîl ku pirranîya wan jin û zarok in hatine kuştinê û bi milyonan kesên yemenî aware bûne.

Başa dön tuşu