IraqNûçeRojhilatanavin

Parlimana Iraqê berêvariya îro çarşemiyê li pey xwenîşandana alîgirên Muqteda Sedr li derdora Taxa Keska Bexdayê hat valakirin

Li gorî rapora Fars News`ê, Aram El Şêx Mihemed cîgirê serokê parlimana Iraqê ragihandiye ku lui ser fermana taxima serokatiya parlimanê, avahî bi tamî hatiye valakirin.

Li gorî rapora kanala NRT`yê, li gorî gotina wî, ferman li pey xwenîşandana alîgirên Muqteda Sedr li deriyên parlimana Iraqê pêk hatiye û tirsa wê heye ku wekî berê careke din xwenîşander têkevin taxa Kesk û piştra herin nav parlimanê.

Xwenîşandana kesên ku pirranî aliyê Muqteda Sedr digirin ji bo pêkanîna guhertinan li `Komîsaryaya serbixwe ya bilind a hilbijartinê` li nêzikî Taxa Kesk a Bexdayê ji îro nîvro va dest pê bûye.

Bi hezaran kes ji alîgirên Muqteda Sedr di meha Nîsana sala 2016`an  bi daxwaza damezirandina dewletek Têknokirta û birêxistina xwenîşandaneke berfire, deriyên Taxa Kesk a Bexdayê şikandin û ketin nav avahiya parliman û serokwezîrtiyê (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu