CîhanEfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Pakistanê dest li kar berda

Dadgeha Destûra Bingehîn a Pakistanê ji bo ku navê malbata Navaz Şerîf di gendeliya Belgeyên Panamayê’ de derbas dibû biryar ji wezîfê dûr xistinê derbarê wî de da û li ser vê yekê serokwezîr Navaz Şerîf dest li kar berda.

Li gorî belgeyên Panamayê, piştî ku zarokên Navaz Şerîf bi şîrketên offShore li Londraya Îngîltereyê avahî standin, Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê Şerîf de lêpirsîn dabû destpêkirin. Dadgehê îro biryara xwe da û serokwezîr ji wezîfeyê dûr xist.

Endamê Dadgeha Destûra Bingehîn Ejaz Afzal Han di axaftina xwe de got: “Navaz Şerîf êdî ne kesekî bi rûmet e ku bikaribe bibe endamê parlamentoyê û dê wezîfeya wî ya serokwezîrtiyê bi dawî bibe.”

Herwiha dadgehê ji bo Şerîf û malbata wî biryara lêpirsîna cezayê jî da. Şerîf heta niha jî îdîayên bêrêtiyê qebûl nake.

Li gorî daxuyaniya endamê Destûra Bingehîn ê Pakistanê dadgehê Wezîrê Fînansê Îshaq Dar jî ji wezîfeyê dûr xist. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu