LubnanNûçeRojhilatanavin

Partî, kom û kesayetîyên sîyasî yên Libnanê qanûna Welatê Cihûyan şermezar kirin

Partî, kom û kesayetîyên sîyasî û mezhebî yên Libnanê qanûna Welatê Cihûyan ku li parlemana Rêjîma Sîyonîst hat pejirandinê, şermezar kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mîşêl Ewn serokomarê Libnanê, pejirandina qanûna Welatê Cihûyan binpêkirina aşkira ya biryarnamên NY zanî ku pêgirîyê li ser mafê filistînîyan ê vegerê dikin.

Ewn bêdengîya welatên ereb li hemberî zorbêjîyên Rêjîma Sîyonîst li hemberî gelê Filistînê û binpêkirina mafên wan rexne kir û got: Dîrok wê bêdengîya ereban wekî destdirêjîya Israîlê ser warê gelê Filistînê û zilima li vî gelî bizane.

 

Nebîh Bêrrî serokê meclisa Libnanê jî ev qanûna qonaxeke din a zorbêjîyên berdewm ên rêjîma Israîlê li hemberî gelê Filistînê zanî.

Hizbulaha Libnanê jî li daxûyanîyekê tevî şermezarkirina vî karî, ew di çarçova pêngavên berdewam ên ji bo tomarkirina Filistîna dagirbûyî ser navê cihûyan da da zanîn.

Hejmarek partî û komên sîyasî yên Libnanê jî qanûna Welatên Cihûyan “ragihandina şêrr li hemberî gelê Filistînê“ bi nav kirin.

Parlimana rêjîma Israîlê pêncşemê qanûneke bigengeşe pejirand ku li gorî wê dewleta sexte ya Israîlê bi awayekî fermî wek welatekî cihûyan tê naskirinê.

Li vê qanûnê bi aşkirayî Rêjîma Sîyonîst wekî welatekî cihûyan tê zanîn û ti cihekî necihûyan tê da tineye.

Başa dön tuşu