BehreynNûçeRojhilatanavin

Paşayê Behrêyînê serokwezîrê wêdeçûyî yê vî welatî jibo pêkanîna kabînê rasipart

Paşayê Behrêyînê serokwezîrê wêdeçûyî yê vî welatî jibo pêkanîna kabînê rasipart.

Li gor rapora IRIB News`ê, Xelîfe Bin Selman Alê Xelîfe serokwezîrê Behrêyînê piştî hilbijartina parlemanî ya vî welatî li civîneke awarte ya taxima wezîran, destjikarberdana dewletê ragihand.

Ji aliyê din ve Hemed Bin Îsa Alê Xelîfe Paşayê Behrêyînê dîsa serokwezîrê wêdeçûyî yê vî welatî kire memûrê pêkanîna dewletê.

Eva li halekê ye ku Xelîfe Bin Selman Alê Xelîfe ji çaxê dewletbûna Behrêyînê li sala 1971 serokwezîrê vî welatî ye.

Dewra dudyan a hilbijartina parlemanî li Behrêyînê şemiya bihurî li bin sîbera boykotên berfire yên neyaran ji wan Cemaeta Netewî- Islamî (El-Wefaq) ji îro serê sibehê li hemû parêzgehên vî welatî destpê bû.

Cemaeta Netewî- Islamî (El-Wefaq) li daxûyaniyekê ragihand ku xelkê emekdar ê Behrêynê bi boykota dewra ewil a hilbijartinan karekî mezin kirin û her çend hakimên Alê Xelîfe xelk bi zorê kişandine ser sandiqên dengdanê dîsa jî tenê sedî 30 ji xelkê pişkdariya hilbijartina dewra ewil a parlemanê kirin.

Başa dön tuşu