CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Yokiyo Amano: Îran hela jî sozdarê Lihevkirina Atomî ye

Rêvebirê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomî (IAEA) ragihand: Komara Îslamî ya Îranê li halê cihanîna sozên xwe yên di çarçova Lihevkirina Atomê de ye.

Li gorî rapora Fars Newsê, Rêvebirê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomî (IAEA), Yokiyo Amano roja çarşemiyê got ku Îran li halê cihanîna sozên xwe yên têkildarî Lihevkirina Atomî ye.

Yokiyo Amano her wiha got: Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomî (IAEA) ceribandina rastiyê û zîrevaniya ser cihanîna sozan ji aliyê Îranê yên di warê Lihevkirina Atomî didomîne.

Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomî (IAEA) heta niha bi 14 raporan sozdariya Îranê yên di warê Lihevkirina Atomî da piştrast kiriye.

Başa dön tuşu