ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Paşazadeyê siûdî ji gelê Erebistanê xwest: ”Serî Rakin”

Paşazadeyê siûdî ji gelê Erebistanê xwest ku heke têrora Cemal Xaşiqçî were selimandin, beşdarî pêvajoya guhertina siyasî li Erebistanê ji riya nefermaniya medenî bûn.

Cemal Xaşiqçî rojnamevanê rexnekirê dewleta Erebistanê roja 2ê Cotmeha 2018an ji dema ku çû nav konsolxaneya vî welatî li Istenbûlê, wenda bûye. Çavkaniyên mêdyayî yên Tirkiyê ragihandine ku Xaşiqçî li nav konsolxaneya Erebistanê hatiye kuştin û leşê wî bo derveyî konsolxaneyê hatiye veguhestin. Mêdyayan roja Yekşemiyê aşkira kirin ku cesedê Xaşiqçî bi awayê çinî çinî û tîketîke li halekî ku gellek şûnên işkenceyê li ser hebûne, li Istenbûlêî hatiye dîtin. Navê Xaçiqçî di lîsteya kesên girtî û di bin şopandinê da ya Alê Siûd bû û ew ji tirsa ku were girtinê, li derveyî Erebistanê dijiya.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRIB Newsê, Xalid bin Ferhan Alê Siûd paşazadeyê cudabûyî ji binemala Alê Siûd li hevpeyivîna bi kanala têlêvîziyoniya El Hewarê got: Ji dema desthilatdarbûna Mihemed bin Selman welîehdê Siûdî, gellek guhertin li berûlayên cûrbicûr li Erebistanê çêbûne ku ji billî serkutkirin û girtina dijberên navxweyî, Seid El Herîrîyê serokwezîrê Libnanê jî li Erebistanê hat girtin.

Vî paşazadeyê siûdî bi gotina vê yekê ku Rêjîma Siûdî dê hilweşe, her wiha got: Her çend ku binpêkirina mafên mirovan û azadiya gotin û çapemeniyê li Erebistanê berbihuriyeka dûr û dirêj heye, lê di alên dawî da cinayetên rayedarên Erebistanê gellek zêde bûne ku li hemî waran da jî ji aliyê Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê va tê erêkirin.

Di heyama yek sala bihurî da û bi taybet piştî danîna Mihemed bin Selman  wek welîehdê Erebistanê ku siyasetên Amerîka û Rêjîma Siyonîst li navçeyê dişopîne, bi dehan ke sji bzirgan, mela, paşazade, zana, helbestvan, mamosteyên zanîngehan û çalakên medenî bi taybet hejamreka jinên vî welatî hatine girtin û zindanîkirin.

Bûyera wendabûna Cemal xaşiqçî rojnamevanê siûdî ku hela jî haya kes jê tune ka çi hatiye serê wî, serkutkirina rêjîma Alê Siûd li dijî rojnamevanan li Erebistanê xistiye qada mêdyayên cîhanê.

Başa dön tuşu