NûçeRojhilatanavinSûriye

Paşdevekişyana terorîstên DAIŞ`ê ji Palmîraya Sûriyê

Li pey êrişên giran ên artêşa Sûriyê û piştgiriya balefirên Rûsiyê tereorîstên DAIŞê ji bajarê Palmîraya Sûriyê paşde vekişyan.

Grûpa nasiyar bi Çavdêrê mafên Mirovan a Sûriyê ragihand endamên grûpa tekfîrî ya DAIŞ`ê li pey êrişên giran ên hewayî yên Rûsiyê neçar man ku nav ji Palmîrayê vekişin.

Ramî Ebdulreman serokê vê grûpê got: Li encama êrişên hewayî yên Rûsiyê hejmarek ji endamên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Piştî serketinên  berdewam  ên hêzên dewletî û artêşa Sûriyê li dijî terorîstan, endamên DAIŞ`ê ji pênşemiyê ve  êrişa ser bajarê Palmîrayê li navenda  vî welatî destpê kirin û şemiyê bi şev jî karîn li vê navçê hin pêşketinan bi dest bixin.

Artêşa Sûriyê şemiyê ragihand jibo girtina  pêşiya terorîstên DAIŞ`ê hêzên xwe li vî bajarî xurt kiriye.

Êrişa DAIŞ`ê ser Palmîrayê li halekî ye artêşa Sûriyê bereberê azadkirina  tam a bajarê Helebê li bakurê rojava  vî welatî ye  û heya niha sedî 93 a vî bajarî azad kiriye.

Piştgiriya  Rûsiyê ji operasyona  hêzên  sûrî alîkariyeke zav kiriye bo azadkirina beşên giring li bajarê Helebê û cihên  din ên Sûriyê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu