IraqNûçeRojhilatanavin

Paşmayiyên grûpa Munafiqîn ji kempa Lîbirtiyê hatine derxistin

Endamên dine grûpa terorîstî ya Munafiqîn ku li kempa Lîbirtiyê li nav Iraqê diman ji wê hatine derxistin û bo welatê Albaniyê hatine şandin.

Li gor rapora ajansa Mêhr News`ê, ji zarê Ruetirs`ê, Zêde ji 280 endamên dine grûpa terorîstî ya Munafiqîn ku li kempa Lîbirtiyê li nav Iraqê diman duh îniyê  ji wê hatine derxistin û bo welatê Albaniyê hatine şandin.

Bingehên nûçan îdia kirin ku piştî çûna paşmayiyên Munafiqîn ji kempa Lîbirtiyê ber bi Albaniyê , niha ew kempa bi fermî hate girêdan.

Hejî gotinê ye ku gor rêketina sala 2016 a di navbera Amerîka û Ajansa penaberên Rêxistina Netewên Yekgirtî, nîzikî 2 hezar ji endamên Munafiqîn ji nav axa Iraqê bo welatên ewrûpî hatine şandin.

Grûpa Munafiqîn, hema ji destpêka serketina Inqilaba îslamî ya Îranê dest bi kuştina xelkê bê gunehe Îranê kir û piştî destdirêjiya Sedam a ser axa Îranê grûpa terorîstî ya Munafiqîn alîkarî didaye Rejîma Beis û li kuştina şîe û kurdên Iraqê jî dest hebûn.

Ji ber êrişa bi rakêtan a Cotmeha bihurî ser kempa Lîbirtiyê 23 endamên grûpa terorîstî ya Munafiqîn hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu