NûçeRojhilatanavinSûriye

Pêgiriya Beşar Esed li ser bidawîanîna qeyranê li Sûriyê

Serokkomarê Sûriyê got: Qeyrana vî welatî divê bi dawî were.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a neteweyiya Libnanê, serokoamrê Sûriyê, Beşar Esed vê dawiyê li hevdîtina tev taximek ji suriyaniyên katolîk ên Entakiyê li Şama paytexta Sûriyê got: Piştî qeyrana ku têrorîstan li Sûriyê pêk anîne, ev welata anegorî berê yê bikeve rewşeke baştir.

Beşar Esedî tevî pêgiriya li ser berxwedana gel û artyêşa Sûriyê got: Sûrî divê bi biratî û semîmiyetê li kêleka hev bin û divê ku aştî li her dera Sûriyê pêk were.

Serokomarê Sûriyê li ser pêwsîtiya hewildana ji bo misogerkirina hebûna welatiyên sûrî li axa xwe û handana sûriyan ji bo vegeriyan û beşdariya li warê avakirina Sûriyê dewsa awaretî û koçberiyê pêgirî kir.

Suriyaniyên katolîk ên Entakiyê jî bi gotina viya ku komplogerên dijî Sûriyê ser bi welatên navçeyê ne ku bi navê dîn mafên mirovan binpê dikin, destnîşan kirin ku ev welatana mafên gelên bindest binpê dikin ta armancên xwe bi dest bixin û hema wisa agirê şêrr gurr dikin.

Taxima suriyaniyên katolîk pêkhatî ji heşt osquf û kesayetiyên mezhebî yên xirîstiyan bi serokatiya kardînal Maragnatiyûs Yûsifê Sêyem ê Yewnanê li Şama paytexta Sûriyê ligel Beşar Esed hevdîtin û gotûbêj pêk aniye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu