IraqNûçeRojhilatanavin

Pêgirîya Ceiferî ser derketina leşkerên Tirkîyê ji axa Iraqê

Ibrahîm Ceiferî wezîrê karên derve yê Iraqê pêgirî l iser derketina lezgîn a leşkerên Tirkîyê ji axa wî welatî kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Al Jazzerê, Ibrahîm Ceiferî li civîna giştî ya Yekitîya Ereban li Qahira Misrê helwesta Tirkîyê ji ber destdirêjîya ser axa Iraqê li devera Beişiqê şermezar kir û got: Dewama mayîna leşkerên Tirkîyê li axa Iraqê nayê qebûlkirinê.

Ceiferî herwiha got: Li gorî vê yekê ku Yekitîya Ereban destdirêjîya Tirkîyê ser axa Iraqê şermezar kirîye û xwestîye ku hêzên wî welatî tam ji Beişiqê derkevin, Tirkîye guh nade vê yekê.

Wezîrê karên derve yê Iraqê herwiha bal kişand ser meyla Bexdayê ji bo berfirekirina peywendîyên digel Enqerê û got: Iraq ne li dijî peywendîya digel tu yek ji welatên cînar e lê eva nayê wateya bêdengîya li hemberî destdirêjî û binpêkirina serwerîya Iraqê.

Başa dön tuşu