ÎranNûçeRojhilatanavin

Tenêmayîna terorîstan piştî serketina xelkê Helebê

Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê got: Serketina bereya berxwedanê û azadkirina Helebê bû sebeb ku terorîst û piştevanên wan li navçê tenê bimînin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Muhemmed Kazim Sidîqî pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê li xutbên vê hefteyê yên nimêja îniyê ya Têhranê bilî pîrozkirina azadkirina bajarê Heleba Sûriyê ji destê terorîstan got: Serketina bereya berxwedanê li Helebê nîşan da ku welatên hêzxurt, welatên derve ji navçê û tekfîriyan nekarî pê diravê niftê û dolarên biyaniyan li hemberî berxwedana gelanî rawestin. Huccetul-islam Sidîqî serketina li Heleba Sûriyê, wekî serketina nizama islamî da zanîn û destnîşan kir; Heleba îro bi saya xwîna şehîdên parêzvanêtirba pîroz hatîye azadkirinê.

Wî herwisa bal kişande ser mezlûmiyeta xelkê Behrêynê û bêdengiya kesên ku îdiaya berevaniya ji mafên mirvan dikin û got: Xelkê Behrêynê tenê azadiya axivtin, azadiya hizr û ramanê û mafên xwe yên civakî dixwazin lê rejîma serdest netenê vê xwesteka wan berçav nagire belkî mizgeft û husêyniyan kavil dike û heqê welatîbûnê ji mezinên dînî distîne û wan têxe zîndanê.

Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê bilî mehkûmkirina bêdengiya kesên ku îdiaya berevaniya ji mafên mirovan li hemberî cinayeta rejîma hakim a Behrêynê dikin destnîşan kir; Bêdengiya Rêxistiya Netewên Yekgirtî li vê barê wekî serşoriyekê ye û kiryarên rejîmekê qanûnî nîşan dide ku heta hilbijartineke azad û gelanî jî birê nexistiye.

Huccet ul islam Sidîqî li kutahiya gotinên xwe bal kişande ser cinayetên Rejîma Erebistana Seûdî û qirrkirina xelkê Yemenê û got: Rejîma Alê Seûd pê dirêv dil heye welatên islamî jinav bibe lê hişyariya islamî û berxwedana xelkê dê bibe sebeba jinavçûna vê rejîmê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu