ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya Fermandarê Hêza Zemînî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li ser rawestana li hemberî zêdexwaziyên dijminan

Fermandarê Hêza Zemînî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Amerîka bila bizan eku gelê Îranê dê li hem,ebrî zêdexwaziyan bisekine.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Fermandarê Hêza Zemînî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Emîr Sertîp Kiyomers Hêyderî roja Sêşemiyê li nav koma kedkarên Hêza Zemînî ya Artêşê li Tewrîza bakurê rojavaya Îranê, erk û berpirsiyariya sereke ya vê hêzê parastina amadetiya cengî da zanîn û got: Hêzên çekdar ên Îranê bi taybet Hêza Zemînî ya Artêşê di baştirîn rewşa amadetiyê da ye û dijminên îslamê nawêrin destdirêhjiya ser axa Îranê bikin.

Fermandarê Hêza Zemînî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Serîtp Hêyderî Azerbaycana Îranê wek cemserê hêz û iqtidara Îrana Îslamî da zanîn û got: Gelê baş ê Azerbaycanan Îranê bi berbihuriya dîrokî ya gellek baş û şehîdên binirx û hêja bi morala welayetmedarî û bi besîret û kûrbîniya bêhempa selimandine ku sozdarên Înqilabê ne û dê bersiva her gefekê bi tundî bidin.

Fermandarê Hêza Zemînî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê Parêzgeha Azerbaycana Rojhilat jî wek beşeka girîng ji pazela hêzê ya Pergala Komara Îslamî ya Îranê da zanîn û destnîşan kir: Di heyama dîrokî da gelê Azerbaycana Îranê di tevahiya meydana rola xwe bi başî cih aniye.

Başa dön tuşu