IraqNûçeRojhilatanavin

Pêgîriya Heyder Ebadî li ser paqijkirina tam a Iraqê ji terorîstan

Serokwezîrê Iraqê li ser dewama operasyona dijî terorîstên DAIŞ`ê bona paqijkirina tam a vî welatî ji wan pêgîrî kir.

Li gorî rapora Sûmêriye News`ê, Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê, roja şemiyê li rê û risma rêzgirtina goriyên teqîna terorîstî ya El Keradeya Bexdayê got: Koma terorîst a DAIŞ`ê di nava kesayetiyên di warê siyaset, medya û hin kesên heyî, alîgirên xwe hene lê gelê Iraqê bibiryar e ku axa welatê xwe bi tamî ji vê komê paqij bike.

Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Xeleka dorpêça DAIŞ`ê li Iraqê tengtir bûye û gellek serkirdeyên vê komê hatine kuştin û hêzên iraqî wê heta derxistina tam a wan ji axa welatê xwe hewl bidin û tê bikoşin operasyonan bidomînin.

Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Terorîsm bi dû işkestina vîn û lawazkirina morala gelê Iraqê bi riya cinayetan û kuştina sivîlan bû, lê piştî teqîna terorîstî ya El Keradê, gelê Iraqê operasyona herî mezin a hêzên iraqî li Felûcê, El Qiyarê û navçeyên din ên dijî koma terorîst a DAIŞ`ê ceriband. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu