ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya Iraqçî li ser bikaranîna derfetên Koma D8`ê

Cîgirê Hiqûqî û Navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Îranê xwest ku derfet û hevkariyên ticarî di navbera endamên Koma D8`ê werin bikaranîn û zêdekirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, seyd Ebas Iraqçî, Cîgirê Hiqûqî û Navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Îranê roja îniyê li duyemîn civîna taybet a wezîrên karên derve yên Koma D8`ê li kêleka civîna heftiyan a Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li New York`ê got: Derfetên berfireh ên welatên endama Koma D8`ê bi taybet li warê hevkariyên ticarî û aborî û ji riya xurtkirin û bişiyankirina beşên sivîl û danûstandina tecrubeyê zêde dibin.

Iraqçî got: Welatên endama Koma D8`ê li çarçova destûrkara 2030`ê ji bo geşepêdana mayînde dikarin bi diyarkirina mijrên xwe yên sereke li warê neteweyî û komî, ji bo berfirehkirina hevkariyên duyalî bixebitin.

Cîgirê Hiqûqî û Navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Îranê her viha tevî pêşwaziya ji amadetiya Tirkiyê ji bo birêxistina civîna serokên welatên endama Koma D8`ê li Enqerê di sala 2017`an da, li ser girîngiya vê civînê pêgirî kir.

Li vê civînê her viha serokatiya Seyd Elî Mihemed Mûsewî sikritirê giştî yê Koma D8`ê heta birêxistina civîna nehem a serokên welatên endama vê komê li Tirkiyê hat dirêjkirin.

Koma heşt welatên li halê pêşketinê bi navê kurt ê Koma D8`ê komekle aborî ji  heşt welatên li halê pêşketinê yên islamî: Îran, Tirkiye, Pakistan, Bengiladêş, Endonizya, Malizya, Misr û Nîcirye pêk tê.

Ev koma di meha Hezîrana sala 1997`an da li ser pêşniyara Becmedîn Erbekan rêberê partiya islamxwaz a Rifahê û serokwezîrê wê çaxê yê Tirkiyê bi armanca xurtkirina hevkariyên aborî yên welatên endam hat damezirandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu