EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgîriya Ruhanî li ser berfirehkirina hevkariyên di navbera Îran û Almanê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser bi karanîna şiyanên hevpar ên Îran û Almanê ji bo berfirehkirina hevkariyên di navbera du welatan de sekinî.

Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, roja şemiyê dema wergirtina bawernameya balyozê nû yê Almanê li Têhranê, ev welata wekî yekemîn şirîka Îranê ya bazirganiyê li Yekîtiya Ewropayê (YE) bi nav kir û destnîşan kir: Her du welatan şiyan û îmkanên zav hene ku divê ev şiyan jibo pêkanîna lezekê li hevkariyên hevpar werin bi karanîn û sûd ji wan were wergirtin.

Ruhanî bal kişand ser rola erênî ya Almanê li gotûbêjên navokî û li ser pêwîstiya dewama vê rolê li cihanîna dema deqîq a Lihevkirina Navokî sekinî û herwiha got: Asta Hevkariyên di navbera Îran û Almanê piştî Lihevkirina Navokî û ji navçûna berbendan, ber bi zêdebûnê ye û divê peywendiyên di pişkên sîgûrte (bîme) û bankî, werin lezandin û hêsankirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, bal kişand ser mijara terorîsmê û xeterên wê yên ji bo hemî welatên cîhanê û got: Parastina aramî û ewlehiya navçê û şerrê li hember terorîsmê, ne tenê jibo welatên navçê, belki jibo hemî cîhanê girîng e û divê hemî welat di vî warî de bi hev re hevkariyê bikin.

Mîkaîl Klor Brêştold, balyozê nû yê Almanyayê li Têhranê jî destnîşan kir: Berlîn bibiryar e ku asta hevkariyên xwe bi Têhranê ra di hemî waran de û bi taybet di warê teknolojiyên nûjen jorda bibe.

Balyozê nû yê Almanê li Têhranê, herwiha ragihand: Alman tam sozdarê cihhatina tam a Lihevkirina Navokî ye û dê hemî şiyana xwe jibo cihhatina wê ya tam ji aliyê welatên din da, bi kar bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu