ÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Pêgiriya Rûhanî li ser cîgeha minasib a Îranê li zanista doxtoriyê

Serokomarê Îranê, Hesen Rûhanî roja duşemiyê li merasima rêzgirtina li pêşeng û biajreyên civaka doxtoriya Îranê got: Doxtor û pisporên zanista pizişkiyê yên Îranê ji bilî xebata derman û saxlemiya civakê li warê zanista cîhanê jî pêşeng û ber bi pêş in.

Serokomarê Îranê bal kişande ser cîgeha baş a doxtorên îranî li welatên din bi taybet welatên rojavayî û got: Doxtorên îranî bi xebat, hewildan û pisportiya xwe navê Îranê li seranserî cîhanê bilind kirine.

Rûhanî her viha amaje bi betalkirina biryarnameyên Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li dijî Îranê kir û her viha got: Komara Islamî ya Îranê ku heta berî betalkirina van lihevkirinameyan wek gefek li dijî aştî û ewlehiay cîhanê hatibû nasandin, roja îro bi saya rakirina boykotan bû welatek ku hemî welatên dixwazin hevkariya wî bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu