ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya Rûhanî li ser zêdekirina hewildanan ji bo têkoşîna dijî madeyên hişber

Serokê Komara Islamî ya Îranê li ser pêwsîtiya zêdekiina hevkariyên navçeyî û navneteweyî yên Îranê li warê şerê dijî madeyên hişber pêgirî kir.

Serokomarê Îranê, Hesen Rûhanî roja duşemiyê, 25`ê Tîrmeha 2016`an, li civîna navenda têkoşîna li hemberî madeyên hişber destnîşan kir: Pêwsît e ku hevahengiya saziyên sêgane, rêxistin û saziyên berpirs li Komara Islamî ya Îranê li warê têkoşîna dijî madeyên hişber xurt bibe.

Serokê Komara Islamî ya Îranê paqijkirina civatê ji nîşanên bengîtiyê berpirsiyariya giştî û neteweyî da zanîn û her viha got: Pêwîst e ku hevkariyên navçeyî û navneteweyî li warên opêrasiyon û zanyariyê ji bo şerê bibandor li hemberî belavkirin û veguhestina madeyên hişber xurt bibin.

Rûhanî got: Behrewergirtina ji tecrubeyên cîhanî, baldariya taybet li ser kontrolkirina anîna madeyên seretayî û şerê dijî berhemanîna madeyên hişber ên kîmiyayî û nûjen û pergalkirina gomrokan mijara sereke ye.

Her viha li civîna navenda şerê dijî madeyên hişber, biryar hat dayîn ku bûdceya hewce ji bo xurtkirina yekîneyên opêrasiyonî yên hêza ewlekariyê bi armanca zêdekirina şiyana sekinîna li hemberî qaçaxçiyên madeyên hişber were dabînkirin û di heyama sê salan da cih were. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu