ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya serleşker Sefewî li ser dewama sekinîna li hemberî Amerîka û Israîlê

Li gorî rapora IRIB News`ê, serdar serleşker pasdar seyd Yehya Rehîm Sefewî, sêkrêtêrê zanistî yê civîna neteweyiya guhertinê jêopolîtîkî li rojavaya Asyayê roja pêncşemiyê, 28`ê nîsana 2016`an, bal kişande ser girîngiya jêostratijîkî û jêopolîtîkî û jêoêkonomîkiya navçeya Rojhilata Navînê ji bo welatên hêzxurt ên cîhanê û got: Êrîşa leşkerî ya Amerîkayê li ser Iraqê û dagîrkirina Efxanistanê bi armanca desthilatdariya tam li navçeyê û damezirandina pergala yekcemserî ya hêzê li cîhanê bû.

Destyar û rawêjkarê derecebilind ê fermandarê giranqedr ê gişt hêzên Îranê got: Girtina pêşiya parçebûna Sûriyê û dewama alîkariya dewlet û gelê vî welatî, xurtkirin û pergalkirina Hizbullaha Libnanê ji bo sekinîna li hemberî Rêjîma Siyonîst divê ji bernameyên Komara Îslamî ya Îranê bibe.

Serleşker Sefewî amaje bi pêwsîtiya veguehstina stratijiya siyasî-leşkeriya berxwedanê bo welatên dost û heval kir û destnîşan kir: Ev stratejî divê gişt kom, qewm, bijareyên siyasî û civakî yên welatên hevpeyman bigire ber xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu