EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya serokên parlimanên Îran û Hingariyê li ser berfirkirina hevkariyê

Elî Larîcanî serokê parlimana meclisa şêwraya îslamî ya Îranê sibeha roja şemiyê bal kişande ser dîroka peywendiyên Îranê û Hingariyê (Mecaristan) û sefera serokê parlimana vî welatî bo Îranê derfeteke baş ji bo berfirekirina hevkariyan da zanîn.

Larîcanî got: Beşeke girîng a gotûbêja digel serokê parlimana Hongariyê li warin bû ku dikare ji bo geşatiya hevkariyên aborî yên du welatan bibandor be.

Serokê saziya qanûndarêştinê ya Îranê sermayedanîna li beşa ênêrjî, çêkirina otobûsan, jîngeh û avê her viha hevkariyên çandî û zanîngehî ji mêhwerên gotûbêja digel serokê parlimana Hingariyê ragihand.

Serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê  her viha li bara rewşa navçeyê û şerê djî têrorîsmê jî got: Nêrîna Îran û Hingariyê li vê diyardeya pîs û qirêj li cîhanê hevpar û wekhev e.

Larîcanî sefera serokê parlimana Hingariyê bo Îranê wek tevgerek di riya çalakbûna beşên cûrbicûr ji bo hevkariyê her viha li çarçova helwêstên du welatan li warê têrorîsmê da zanîn.

Lazlo Kûvêr jî tevî sipasiya ji serokê parlimana Îranê her viha mazûvaniya îraniyan, xwest ku komên dostiya parlimanî yên du welatan çalak bibin.

Lazlo Kûvêîr her viha got: Parlimana Hongariyê ji hevkariya digel Komara Îslamî ya Îranê tam piştevaniyê dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu