EfrîqaMafên MirovanNûçe

Polêsan gule reşandin ser çalakvanan: Herî kêm 300 mirî

Li herêma Bishoftuyê ku 40 kîlometro dûrê Addis Ababa paytexta Etiyopyayê ye di merasîmek olî de li ser dirûşmên hin kesên hemberî hikûmetê, di navbera beşdarvanan û polêsan de pevçûn derket û polêsan gule reşandine ser çalakvanan. Hate ragihandin ku di encamê de bi dehan mirî û birîndar hene.

Li gorî agahiyan, polêsan bi xaza rondikrêj êrişî çalakvanan kirine û piştrejî gule reşandine, li servê yekê îzdîham derketiye û gelek kes di îzdîhamê de jiyana xwe ji dest dane.

Hikûmeta Etiyopyayê jî daxuyand ku di çalakiyê de hin kesan jiyana xwe ji dest dane û perpiryarên bûyerê dê hesabê bidin.

TÊ ÎDDIAKIRIN 300 KES MIRINE

Aktîvîstek bi navê Cafer Muhammed eşkere kir ku herî kêm 300 kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne. Muhammed destnîşan kir ku leşkeran ji helîkopteran ve gule reşandine ser çalakvanan û piraniya kesên ku mirine yan ji kendalê ve xwe avêtine yan jî kesên bi zorî mayîne xwe xistine avê ne. Herwiha çavkaniyên bêalî van îddiayan piştrast nekirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu