ÎranNûçeRojhilatanavinYemen

Pêgîriya Zerîf liser palana aştiyê ya Îranê bona çareseriya qeyrana Yemenê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê, careka din plana çarxalî ya Îranê ya aştiyê bona çareserkirina qeyrana Yemenê, tenê rêya bidawîanîna pevçûnên li vî welatî da zanîn.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mihemed Cewad Zerîf, li rûpela xwe ya li Twiterr`ê bal kişande ser plana çarxalî ya Îranê bona çareserkirina qeyrana Yemenê ku di sala 2015`an de raberî Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) bû û nivîsî: Ev plana agirbes, alîkariyên mirovdostane, gotûbêjên di navbera komên yemenî de û pêkhatina dewleta giştalî li Yemenê digire ber xwe.

Zerîf destnîşan kir: Roja îro piştî du sal û nîvan û bicihmayîna hejmareka zav a goriyan li Yemenê, hîn jî ev plana bihitbar e.

Wezîrê karên derve yê Îranê di sala 2015`an de û hinekî piştî destpêbûna êrişên hevalbendiya bi serokatiya Erebistanê dijî Yemenê, li nameyekê bo Ban Kî Mûn, sekreterê berê yê Rêxistina Neteweyên yekgirtî (NY), bal kişand ser rewşa pirr bikaresat a Yemenê û destnîşan kir: Êrişên hewayî yên derveyî, bi awayekî aşkera nirxên herî sereke yên mafên mirovan binpê kirine û armanc û nirxên manîfêsta Rêxistina Neteweyên Yekgirtî bi taybet pêwîstiya xwedûrkirina ji bikaranîna zext û zorê yan bikaranîna gefê, berçav negirtine.

Li vê nameyê herwiha hatiye, qeyrana Yemenê, rêçareya xwe ya leşkerî tune û tenê rêya dabînkirina aştî û aramiyê, pêkanîna rewşekê ye ku hemî partiyên yemenî, bikaribin bêyî xwetêkiliya ji derve, dewleta xwe ya yekbûna neteweyî û giştalî pêk bînin.

Erebistanê bi piştgîriya Amerîka, Mîrekên Yekgirtî yên Ereb û çend welatên din, ji meha Adara sala 2015`an ve êrişî ser Yemenê kiriye û hevgav ev welat ji hêla bejahî, deryayî û hewayî ve dorpêç kiriye ku di encama vê êrişê de bi dehan hezar yemenî hatine kuştin yan birîndar bûne û ev welata tûşî kêmbûna zav a madeyên xwerinê û dermann bûye û nexweşiya Kolêrayê jî li vî welatî berbelav bûye.

Başa dön tuşu