ÎranNûçeRojhilatanavin

Pejirandina hêjatîya 29 şîrketên navnetewî jibo pişkdarîya li peymanên nû yên nifta Îranê

Şîrketa netewî ya nifta Îranê, hêjatîya 29 şîrketên peydakirin û derxistina nift û gazê yên navnetewî jibo pişkdarîya li munaqiseyên jorîn ên pêşeya nift û gaza Îranê pejirand.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, şîrketa netewî ya nifta Îranê bi dû lidarxistina munaqisê têkildarî hejmareke projên keşifkirin û derxistina nift û gazê ye û şîrketên keşifkirin û derxistina niftê yên navnetewî û navdar û hêjyî şert û mercên pêwîst vexwendine.

Şîrketa netewî ya nifta Îranê piştî wergirtina agahîyên pêwîst yên şîrketên bîyanî yên dixwazin tevlî munaqisê bibin û bi dû nirxandina belgeyan, navê 29 şîeketên bîyanî ku hêjatîya wan hatîye pejirandinê ragihand ku navê şîrketên navdar ji Almanîya, Fransa, Îtalîya, Norwej, Malêzî, Rûsîya, Otrîş, Taylend, Japon, Polonîya, Holanda, Birîtanîya, Spanîya û Çînê di vê lîstê da ye.

Yekemîn munaqiseya navnetewî ya pêşeya nifta Îranê bi zûtirkê yê jibo berfirekirina meydana niftê ya Azadiganê (li başûra rojavaya Îranê) were lidarxistinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu