NûçeFilistînRojhilatanavin

Pejirandina zêdeyî 700 niştecihên nû ji bo siyonîstan li Qudsê

Rejîma Siyonîst Îsraîl plana avakirina zêdetir ji 700 wargehên nû ji bo rûniştvanên siyonîst li Qudsa dagirbûyî pesend kir.

Rejîma Siyonîst bêyî berçavgirtina daxwazên civaka cîhanî bi piştevaniya Amerîkayê li ser avakirina bajarokên dagîrkerî berdewam e.

Li gorî hiqûqa navneteweyî ev hemû cihwarî neqanûnî tên dîtin, ev wargehên nû dê li beşa stratejîk a bajarê Qudsê bên avakirin.

23ê Kanûna Pêşîn a 2016an, Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li daxûyaniyekê (biryara 2334) ji Rejîma Siyonîst xwest ku bi lez û bez hemû çalakiyên avakirina bajarokan li navçên filistînî yên dagirbûyî rawestîne.

Rejîma nijadperest a Îsraîlî bi avakirina bajarokên siyonîstî hewl dide ku pêkhateya erdnîgarî ya navçeyên Filistînê biguherîne û ji bo serweriya xwe li navçeyên Filistînê qayim bike û şeklê sîyonîst bide van navçeyan.

Başa dön tuşu