AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Pêkanîna ewlehiyê; Pêspartiya sereke ya kompaporên Îranê li Kendava Edenê

Fermandarê hêza deryayiya artêşa Komara Îslamî ya Îranê armanca hebûna kompaporên vê hêzê li Kendava Edenê dabînkirina ewlehiya gemiyên ticarî yên Îranê da zanîn.

Fermandarê hêza deryayiya artêşa Komara Îslamî ya Îranê armanca hebûna kompaporên vê hêzê li Kendava Edenê dabînkirina ewlehiya gemiyên ticarî yên Îranê da zanîn.

Emîr deryadar Hebîbullah Seyarî fermandarê hêza deryayiya artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja pêncşemiyê, 13`ê Cotmeha 2016`an, li hevpeyivîna digel IRIB News`ê bal kişande ser meşa kompapora vê hêzê ber bi Kendava Edenê va û destnîşan kir: Erk û peywira hemî kompaporên artêşa Îranê dabînkirina ewlehiya gemiyên niftkêş û ticarî yên Îranê ye ku ji Kendava Edenê derbas dibin.

Deryadar Seyarî li bara hin nûçeyan li ser meşa kompaporên şêrr ên Îranê ber bi peravên Yemenê va, got: Peravên Yemenê li Kendava Yemenê ye û kompaporên îranî jî wekî kompaorên din ji bo cihanîna ewlehiyê dikarin li wir, Bab El Mendeb û Deryaya Sor amade bin.

Fermandarê hêza deryayiya artêşa Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Kompapora 44`an a vê hêzê piştî pêkanîna peywir û pêspartiya xwe li Kendava Edenê dê berê xwe bide peravên Somalî û Tanzanyyaê û heke rewşa hewayê baş be piştî seredana Tanzanyayê dê ber bi avên Afrîqaya Başûr va here. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu